Ji QSD’ê bangawaziyeke girîng

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya QSD’ê bang li leşkerên Tirk û çekdarên bi zorê ji aliyê fermandarên xwe ve ketine şer kir ku xwe radestî hêzên wan bikin û wê QSD’ê ewlekariya wan biparêze.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bang li leşkerên Tirk û ciwanên Sûriyê ku ne bi dilê xwe ketine şerê li dijî Efrînê kir ku xwe radestî hêzên wan bikin û ew ê ewlekariya wan ji aliiyê hêzên wan ve parastî be.

Bangawaziya fermandariya gîst ya QSD’ê ji leşkerên Tirk û çekdarên ji Sûriyê re wiha ye

“Bangawaziyek ji bo leşkerên Artêşa Tirk û hevalbendên wî Yên ku naxwazin hevparê rijandina xwînê bin, ew ê li cem me ewle bin. Leşkerên ku bi zorê derbasî nava vî şerî bûne, şerê ku ne yê wan e. Welatiyên Sûrî ku ji ber rewşa kampên penberiyê ketina nav şerekî ku tu girêdana wan bi wê tune ye. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku hemû pêkhateyên Sûrî di nav xwe de dibîne, wekû di helwêsta xwe ya têkoşînê de jî nîşan daye, ji bo terorê tirsa mirinê ye û ji bo gelên Sûriyê mertala parastinê. QSDê hêviya yekitî li Sûriyeya piştî şer ava kir, bê ku ferq û cûdahiyê bixe di navbera gelên Sûriyê, misogeriya pêşerojekî ewle ye ji bo pêşeroja vî welatî. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji we re tekez dike ku ew ne dijminê tu kesî ye, lê di hundirê Sûriyê de li ber xwe dide, xeteriyekî ji bo tu kesî nîne û dijberî wê, QSDê li hember metirsiyên ku gel, welat û cîranan tehdîd dike, şer dike. Hêzên me agahdar in ku di ketina we di vî şerî de li hember we zor hatiye bikar anîn. Lewma, hêzên me we vedîxînin ku di hêlên pevçûnê de, ku dezgehên sixurî nekaribin we bibînin û li piştê ve li we bixin, hûn xwe radestî çeperê herî nêz yên hêzên me bikin, bi vî awayî xwe ji metirsiyan biparêzin û ji agirê vî şerî re nebin dar. Hêzên Sûriya Demokratîk ewlehiya we mîsoger dikin, beriya ku hûn bighîjin asta poşmaniyê, ku poşmanî bê feyde ye, qedrê vê derfetê zanibin û xwe radestî hêzên me bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …