‘Em ê şaxê zeytûnê ji Erdogan re bikin şaxê ziqûmê′

EFRÎN – Welatiyên herêma Efrînê ji hemû pêkhateyan, diyar kirin ku ew ti carî dest ji axa xwe bernadin û dê berxwedana xwe heta dawî bidomînin.

Berxwedana serdemê ya welatiyên Efrînê di roja xwe ya 10’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Şervanên QSD’ê û welatiyên Efrînê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke bê hempa dimeşînin.

 

EFRIN-XLKI-OI-AMADINI-LI-DIGI-CETI-DAIS (4)

Girêdayî mijarê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê nêrînên pêkhateyên herêma Efrînê wergirtin. Welatiyê temen mezin ê bi navê Eslan Xelîl wiha got: “Em hemû welatiyên Efrînê li dijî êrîş û hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê yek dest in û em dest ji kevirekî Efrînê jî bernadin. Heta xwîn di canê me de heye em ê li ber xwe bidin. Eşkere ye dema ku çeteyek hewl dide êrîş bike cenazeyê wî ji Tirkiyeyê re vedigere.”

Welatiya bi navê Zerîfa Îsmaîl diyar kir ku ti nuqteyên leşkerî di gundê wan de tune ne û tevî vê yekê artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi çekên giran û balefiran welatiyên gund armanc dike û wiha got: “Çi dibe bila bibe em dest ji axa xwe bernadin û em ê berxwedana xwe heta dawî bidomînin.”

EFRIN-XLKI-OI-AMADINI-LI-DIGI-CETI-DAIS (3)

Welatiyê bi navê Merwan Hiso Beyrem jî wiha anî ziman: “Em dixwazin helwesta me li giştî cîhanê belav bibe ku em hemû pêkhateyên herêmê jiyaneke hevbeş derbas dikin û şervanên QSD’ê ne tenê parastina Kurdan dikin lê belê parastina hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin. Em ji Tirkiyeyê re dibêjin ku bi vê hovîtiya wê ti carî îradeya gelan nayê şikandin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Cuma bêdengiya civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û got ku dê heta dawî li dijî hovîtiya çeteyên Tirkiyeyê li ber xwe bidin û dest ji axa xwe bernadin.

Welatiyê bi navê Hisên Mihemed Nûrî got ku ev 10 roj in bi saya fedekariya şervanên QSD’ê artêşa Tirk nikare derbasî axa Efînê bibe û cenazeyên çeteyên girêdayî dewleta Tirk hêjî li deverên sînor belave ne û wiha got: “Welatiyên Efrînê biryara berxwedanê wergirtine û ne pêkan e ji biryara xwe vegerin.”

Welatiya bi navê Mewlîde Xelîl got ku çiqas giran buha be jî ew ji mala xwe dernakevin û dê heta dawî li dijî hovîtiya artêşa Erdogan li ber xwe bidin.

EFRIN-XLKI-OI-AMADINI-LI-DIGI-CETI-DAIS (2)

Welatiyê bi navê Hemîd Cerah got ku eger artêşa Tirk dixwaze derbasî axa Efrînê bibe dê di ser laşên wan re derbas dibe û ew ti carî serê xwe natewînin û wiha got: “Em ê êrîşa Erdogan a ‘şaxê zeytûnê’ veguherînin ‘şaxê dara dojehê Ziqûmê’.”

Welatiyê bi navê Hec Mustefa got ku artêşa Tirk piştî ku derbeyên giran ji şervanên QSD’ê xwarin bi balefir û çekên giran gundên sivîlan armanc dike û di encamê de bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û wiha anî ziman: “Bila dijmin bizanibe ku em ê li ber xwe bidin û Efrînê dê bibe gora çeteyên Tirkiyeyê.”

Welatiyê bi navê Bekir Mihemed got ku ew hemû pêkhateyên herêmê dê li rex şervanên QSD’ê bi yek destî li dijî hovîtiya çeteyan li ber xwe bidin û ti carî dest ji axa xwe bernadin.

 

Welatiya bi navê Esma Ebdo jî got ku berxwedana şervanên QSD’ê û welatiyên sivîl ên herêma Efrînê li dijî hovîtiya artêş û çeteyên Tirkiyeyê berxwedaneke bê hempa ye û wiha diyar kir: “Em weke welatiyên sivîl ti carî ji balefirên artêşa dagirker natirsin û heta hemêrîşên çeteyan tên şikandin em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …