Artêşa Tirk di êrîşên li ser Efrînê de rêbazê DAIŞ′ê bi kar tîne

TEBQA – Di êrîşa 9 rojan a li ser herêma Efrînê de xuya dibe ku Artêşa Tirk a dagirker heman rêbazê DAIŞ′ê bi kar tîne, bendav û herêmên şûnwarî hedef digire.

EFR-XERABKIRINA-GIRE-ENDAR-DIROKI-WNCAM-TOPBARAN-TIRK ‫(1)‬

Dema ku çeteyên DAIŞ′ê bajarê Tedmurê dagir kirin, di Cotmeha sala 2015′an de Qews El-Nesir ê dîrokî rûxand. Her wiha li bajêr du pîrozgehên şûnwarî jî rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker jî di êrîşên li ser herêma Efrînê de, heman rêbazî bi kar tîne û cihên şûnwarî hedef digire. Artêşa dagirker pîrozgeha Eyn Dara ya şûnwarî ya dikeve navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê rûxandin.

Di Hemleya rizgarkirina Reqayê de jî DAIŞ′ê beşekî mezin ji bendava Firatê (bendava Tebqa) rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker jî li Efrînê bendava Meydankê hedef digire û dixwaze birûxîne. Bi vê yekê jiyana bi sedan sed hezaran şêniyên herêmê dikeve xetereyê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …