‘Em bi panzêra xwe dijim tune bikin‘

DÊRAZOR- Şervanên YPJ’ê yên di hemleya Bagera Cizîrê de pêşentî dikin roleke girîng di rizgarkirina herêmê de digrin ser milê xwe.  Şervanên YPJ’ê wesayîta giran a Antî-Mayîn bikar tînin û rojane riya şervanan ji mayînên çeteyan paqij dikin.

 

Şervanên YPJ’ê Bermal Bahoz  û Solîn Siya Rojê her du bihevre karê ajokariya wesayîta zirxî ya binavê antî-mayîn dikin, wisa hestên xwe ji ajansa me ANHA’yê re anîn ziman.

Şervana YPJ’ê Bermal derbarê bikaranîna bikaranîna panzêrê de wiha gotin: “Em her du hevalên hev in, ev meheke em di  Pêngava Bagera Cizîrê de cih digrin. Her sibe em beriya hevalên me bikevin tevgerê radibin.  Bi vê wesayîta antî-mayîn ku wesayîtek zirxiye em rê kontirol dikin û piştre jî hevalên me dikevin tevgerê. Dibe cara yekem be hevalên me yên jin vê wesayîtê bikartînin. Lê belê ji bo me hestekî pir giringe, em bivê wesayîta antî-mayîn hevalên xwe ji mayînan ku dijmin li pêşiya me danîne, biparêz in.  Ez û hevala xwe Solîn Siya Roj bihevre van mayînan bi vê wesayîta antî-mayîn ji holê radikin. Di hema demê ev karê ku em niha dikin ji bo me tiştekî pir pîroz e.  Çi ajotina wesayîtê be, çi jî di nava şer bixwe de be ji bo me nirxekî pir cûdaye. Ji ber ev yek ji bo me tenê wek nîşaneyek ku em hevalên xwe ji mayînan diparêzine.”

Bermal Bahoz di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Carna ez û carna jî heval min Solîn vê wesayîtê bikartîne. Sibe bû em rabûn me berê xwe da rê lêbelê ji beriya ku hevalên me bikevin tevgerê me bi wesayîta antî-mayîn ketin rê û me despêkê rê kontirol kir. Dema me rê kontirol dikir, me bi wesayîta antî-mayîn du mayînên ku dijmin danîbû li ser rê rakirin.”DER ZOR-SERVANEN YPG (3)

Şervana YPJ’ê Bermal di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Her çi qasî dijmin bi teknîka xwe ya pêşketî li hember me bikar bîne, em jî li hember hemû teknîkê amedekariyên me hene, em teknîka dijmin bi awayekî hostetî  têk bibin. Ev karê ku niha em dikin, ji bo ku ev pêngav bi serkeftî derbas bibe, em li ser hemê teknîka xwe ya ku di destê me de li hember dijmin têdikoşin. Ji ber armanca me ya despêkê bidestxistin û parstina gelê herêmê ye. Di heman demê de yek ji armancên me yên sereke ew ku em çalakiyên ku dijmin li hember me bikartîne vala derbixîne. Em li ser bingehê ku pêşî li êrîşên dijmin pêk tîne rê bigirin.”

Hêza jin nîşan didin

Bermal Amed di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser hêz û tekoşîna jinan û wiha pê de çû: “Tekoşîna me dide xuyakirin ku hêza jinê çiqas heye. Di heman demê de baweriya jinê nîşan dide. Ji ber gelek kes û alî di tevahiya cîhanê baweriyê nade hêza jinê û jinê wek pergal û kolê digirin dest. Lê belê niha ev yek hatiye xuya kirin jin dikare hemû alav û wesayîtên giran di qadên şer de bikar bîne.”

Em ji bo rizgarkirina gelê xwe û welatê xwe têkoşîn didin

Şervana YPJ’ê Solîn  jî wiha hestên xwe anîn ser ziman: “Ev karê ku niha ez û hevala xwe Bermal bi hev re didin meşandin ji bo me karekî pir girîng û pîroz e. Ji bo ku em gelê xwe ji bin zordestiya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.  Çi ji destê me tê em dikin. Ji ber ku ez û heval xwe Bermal ev meheke li ser vê wesayîta zirxî bi awayekî aktîf kar kar dikin. Em vî karî bi keyfxweşî pêk tînin, ji ber ku armaca me ya sereke ew ku di despêkê de em welatê xwe û gelê xwe rizgar bikin.”

Solîn wiha dirêjîda axaftina xwe: “Di asata yekem de yê ku me li ser lingan dihêle hevaltiya me ye. Dema hevalek me birîndar dibe yan jî şehîd dikeve, em dengê wan dibihîsin, ew dengê wan tenê ji bo hêza me me bes e. Pêngava ku niha em didin meşandin, di pêngavê de windahiyên me jî çêdibin lêbelê ji ber ku hevaltî ya me bihev re di astek bilinde ye û ji bo me hestên hevaltî di nava pêngavê de hestek pir cûdaye. Ji ber ku hevaltî ji bo gelek pîroz û girînge. Taybetî jî di nava şer de ye. Bi rastî kesê bê dinava şervanan de bimîne wê rastiya şer û hevaltî jî de bi awayekî vekirî bibîne.”

Jin di Bagera Cizîrê de pêşengtî dike

Şervana YPJ’ê Solîn bal kişand ser tekoşîna jin û wiha dawî li axaftinax xwe anî: ” Di dîrokê de her tim jin kole û bê bawerî dihate hiştin.  Ji ber vê yekê girîngî ne didan jinê. Lê belê niha dinava YPJ û YPG’ê de hevaltiya jin di asta herî jor deye. Ji ber ku niha artêş bûnek ya jinê hatiye avakirin. Em jî ji bo vê artêş bûnê hîn bihêztir bikin çi ji destê me tê emê bikin. Tekoşîna ku niha jin li hember çeteyên DAİŞ’ê di Bagera Cizîrê û hemleyê berê de jî didan, tekoşînek pir mezin û pîroz e. Ji bo vê yekê emê di her gavê û her pêngavê de emê wek jin li hember çeteyan şer bikin û welatê xwe û gelê ji bin zordariya çeteyan rizgar bikin.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …