YPG’ê nasnameyên du pakrawanan eşkere kir

 

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameya du şervanên ku 17’ê mijdara 2017’an di şerên li Dêrazorê de, jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin wiha ye:

“Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakûrê bajarê Dêrezorê bi hemû dijwariya xwe didome. Di roja 72. de şervanên QSDê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor di pêşengtiya şervanên YPG û YPJê de pêşdeçûnê xwe didomînin.

https://www.youtube.com/watch?v=JDzTPKu7K-g

Teror û paşverûtiya DAIŞ bi saya ked û fedakariyeke pirr mezin ya şehîdên nemir ber bidawîbûnê ve diçe. Ji Cizîr heya Reqa; ji Minbic heya Dêrezor bi hezaran şerbanên azadiyê di oxira jiyana xwe de, ji bo dawîanîna li terora DAIŞê lehengiyeke mezin ji dîroka vî gelî re hiştin.

Di dîroka 17ê Mijdara 2017an dîsa li Dêrezorê 2 rêhevalên me, di encama êrîşeke berireh ya çeteyan de gihîştin şehadetê. Yek ji van rêhevalan Rêzan Gabar, ji serdemên herî zehmet yên şoreşa Rojava heya îro bênavber salên xwe di nav refên şoreşê de derbas kiribû.

Rêheval Rêzan di sala 1992an de, di malbateke welatparêz de, li Dêrikê jidayîk dibe. Zarokatiya wî di nav hestên girêdana welat û xaka xwe yên ku ji malbata xwe girtî derbas dibe. Weke xortekî kedkar di demek kurt de cîhê xwe di nav civaka xwe de digire û ji roja naskirina xwe ya Tevgera Azadiyê bi awayekî çalak di nav kar û xebatan de cîh digire. Rêheval Rêzan, bi awayekî çalak dibe yek kedkar û dozavnên axa xwe. Bi vê armancê berê xwe dide nav refrên YXKê.

Rêzanê ciwan, yê ku wê pişt re bibe yek ji fermandarên hêja yên YPGê, bi dînamîzma xwe ya ciwantî di her şet û mercî de têkoşîna xwe bênavber didomîne. Di sala 2012an de, bi destpê kirina şoreşa vejînê, Rêheval Rêzan jî çek û rextê xwe li xwe dipêçe û dibe yek ji parêzvanên welatê xwe. Bi dîsîplîn, fedakarî azîm û behremendiya xwe balê dikşîne ser xwe.

Di nav xebatên leşkerî de salên dirêj derbas dike, di serdemên herî zehmet yên ku şoreşa Rojava tê de derbas dibe hewl dide ku rola xwe ya dîrokî bilîze. Heval Rêzan, bi hişmandiyeke bilind ya şoreşgerî, bi sekneke tûj ya mîlîtan û bi tevlîbûneke xurt ya Apoger di her qadê de dibe yek ji kesên ku herî zêde xwedî rol û berpirsiyarî. Ji ber van sedeman ku di demek kurt de di asta rêveberina şer de jî tê erkdarkirin.

Li Rojavayê Kurdistan bi salan e, şereke berfireh ya li dijî terorîzma DAIŞ, ku di dîrokê de hempaya wê nehatiye dîtin tê jiyankirin. DAIŞ û hevkarên wê yên ku li dijî hemû mirovahiyê dibin xeteriyek mezin, divê were sekinandin û tunekirin.

Li ser navê hemû mirovahiyê ev rola dîrokî li ser milê keç û xortên Kurd mabû, weke yek ji hezaran kesên ku di ferqa vê rastiyê de bûn, Rêheval Rêzan jî rola xwe dibîne û dibe yek ji nivîskarên vê destanê. Bi vê armancê û bi birdariyeke pirr mezin Heval Rêzan di hemû pêngavên li dijî DAIŞê de cîh digire û di asta pêşengtî de tevlî şer dibe. Salên xwe di nav şer de derbas dike.

Ji Kobanê heya Til Ebyad, heya Şedadê, Minbic û herî dawî Reqa; bi hesta tolhildana şehîdên Kobanê; weke deyndarekî Arîn, Gelhat û Viyanan bênavber şer dike. Sonda tunekirina DAIŞê û tolhildna şehîdên têkoşîna li dijî DAIŞê dixwe û ji soza xwe venagere.

Bi van taybetmendiyên xwe, serî de pêngavên Tebqa û Reqa, di têkoşîna li dijî terorê de weke fermandarê eniyê cîh digire. Di paqijkirina paytexta terorê, Reqa de dîsa weke fermandarê eniyê dibe xwedî rol û kedek mezin. Ruxmê ku di hemû dirêjahiya pêngavên Tebqa û Reqa de cîhê xwe digire jî, bi xilasbûna van operasyonaan ve, qet nasekine û berê xwe dide Dêrezorê.

Weke mîlîtan û şoreşgerekî hêja, li vir jî berpirsiyartî radike û weke fermandarekî sereke di operasyonê de cîhê xwe digire.

Di dîroka 17ê Mijdara 2017an de Rêheval Rêzan, dema bi armanca serdana rêhevalên xwe û kontrolkirina mewziyên şervanên xwe li ser mewziyên şervanan digere, di êrîşeke berfireh ya çeteyan ku ji 15 seyareyên zirxî û sîvîl pêk tê, digihîje şehadetê. Li hember çeteyên DAIŞê yên ku bi çekên giran, topên SPG-9/B-7 û tankan êrîşî mewziya wî dikin, liberxwe dide, di vê pevçûnê de jî pêşengtî ji hevalên xwe re dike û digihîje şehadetê.

Em weke YPG û YPJ soz didin ku emê di her şert û mercî de têkoşîn û armanca Rêheval Fermandar Rêzan bidomînin. Wî li Reqa tola Arîn û Gelhatan rakir, emê tola wî li her devera ku terorîzm tê de ye rakin. Bi vê biryardariyê em di şexsê Şehîd Rêzan û Şehîd Serdar de hemû şehîdên têkoşînê bi rêzdarî bibîrtînin. Dis serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dizwazin.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

Rêzan Gabar

Nav û paşnav: Rêzan Gabar

Navê rast: Delîl Resûl

Navê dayîkê: Nebîla

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayîkbûnê: Dêrik

Cîh û dîroka şehadetê: 17 Mijdar 2017 – Dêrezor

Serdar

Nav û paşnav: Serdar

Navê rast: Atiya Silêman Siyah

Navê dayîkê: Tirkiye

Navê bav: Silêman

Cihê jidayîkbûnê: Til Koçer

Cîh û dîroka şehadetê: 17 Mijdar 2017 – Dêrezor”

 

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …