Efrîn.. Bi kêmanî 17 sivîl şehîd bûne gelek birîndar jî hene

EFRÎN – Di êrîşên Artêşa Tirk ên li ser herêma Efrînê de herî kêm 17 welatiyên sivîl şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Êrîşên Artêşa dagirker a Tirk li ser herêma Efrînê di roja sêyemîn de didomin. Di êrîşên hewayî de heta niha 7 jê zarok bi kêmanî 17 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Cihê xwedîkirina mirîşkan, kampa penaberan, malên sivîlan jî di nav de bûne hedefa Artêşa Tirk.

Komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê îro di civîneke awerte ya Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî ya girêdayî NY’yê de dê werin gotubêjkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku bi gefan dest pê kiribû didome. Li herêma ku bi destûra Rûsya û rêjîma Sûriyeyê ev 3 roj in êrîşên hewayî didome cihên sivîlan û jîgeh dibine hedef. Di êrîşa hewayî ya 19’ê çileya 2017’an de yek jê zarok 6 kesên sivîl şehîd bûn û 13 kes birîndar bûn.

Balafirên Tirk li kampa penaberan dan

Yek ji deverên ku balafirên Tirk ji xwe re kirine hedef jî Kampa Penaberan a Robar bû ku mirovên ji herêmên Sûriyeyê reviyabûn lê hatine bicihkirin. Di kampê de yek jê zarok, 3 jin birîndar bûn. Ji birîndaran zarokê bi navê Yehya Ehmed Hemade jî li nexweşxaneyê şehîd bû.

Cihê xwedîkirina mirîşkan jî ji êrîşên dagirkeriya Tirk nefilitî û bû hedefa balafirên şer ên Artêşa Tirk.

Di roja duyemîn de jî êrîş bi ser navenda Efrînê, navçeyên Raco, Cindirês, Şêrawa, Bilbilê û gelek gundên van navçeyan de dom kirin.

Cenaze di bin kavilan de man

Li gundê Cilberê yê navçeya Şêrawa jî xaniyên sivîlan bûne hedef. Heyva Sor a Kurd tevahiya rojê ji bo ku xwe bigihîne cenazeyên zarokan ên di bin kavilan de mabûn xebitî. Di êrîşê de li gorî agahiyên pêşî 6 jê zarok 11 kes şehîd bûn. Di nav wan kesan ku dewleta Tirk ew kuştin, Walî (1), Hedîl (8), Museb (6), Ehmed (17), Semle (6) hene.

Bi kêmanî 17 kes hatin kuştin

Diyar bû ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de piranî jê zarok û jin 17 kesên sivîl şehîd bûne. Li gorî agahiyên ji Konseya Tendirûstiyê ya Efrînê hatine girtin, li nexweşxaneyên Efrînê 28 birîndar hene. Rayedarên konseyê dibêjin ku hinek ne xwedî wê derfetin ku xwe bigihînin nexwexaneyan û dibe ku hejmara birîndar zêdetir be.

Di rojeva NY’ê de komkujiyên li Efrînê

Mijara welatiyên sivîl ku bûne hedefa êrîşên Artêşa Tirk a dagirker îro bi banga Fransayê di civîna Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî dê were gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî  yê NY’ê Antonio Gutterres gotiye, “Her cure hewldanên ku bibin sedema kuştina mirovan me xemgîn dikin û em jê fikaran dikin”.

Bi banga Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian Konseya Ewlekariya Navnetewî wê îro bi rojeva Efrîn û Sûriyeyê bicive. Civîn saet di 11.30’an (18.00 li gorî dema GMT) wê dest pê bike. Diyar bû ku Fransa ji bo herêma El-Xûta ya derdora Şamê, rewşa Îdlib û Efrînê agirbestê pêşniyaz bike.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk beriya niha gef li wê dewletê xwaribû ku mijarê bibe NY’yê!

Dewleta Tirk jî di mijara dagirkirina bi ser Efrînê de û komkujiyên sivîl de, gefên li civaka navnetewî dixwe û wiha hewl dide bibe asteng ku mijar neçe NY’yê.

Beriya bi çend rojan Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ji bo welatê ku mijara Efrînê bibe Konseya Ewlekariyê gotibû ew ê wî welatî ne weke mitefîk lê weke ‘welatê ku destekê dide terorê’ bibînin û wiha gef xwaribû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …