Du dewreyên leşkerî li Eyn Îsa hatin bidawîkirin

GIRÊ SPÎ – 55 şervanên QSD’ê ku beriya 45 rojan li Akademiyên navçeya Eyn Îsa beşdarî du dewreyên sekvantî û bêbandorkirina mayînan bibûn dewreya xwe bi dawî kirin.

Akademiya Ş. Sariya Ronahî û Akademiya Ş. Feyad Şiblî du dewreyên cûda ji 55 şervanên QSD’ê re bi dawî kirin. Dewreya yekemîn di bin navên dewreya Ş. Elîşêr Hesekê de ji bo sekvantiyê bû û dewreya din jî di bin navê Ş. Hesen de ji bo bê bandorkirina mayînan bû. Herdu dewreyan beriya 45 rojan dest pê kiribûn. Di herdu dewreyan de waneyên fikrî, siyasî û bîrodozî hatin dayîn.

herdu dewre bi merasîmekê hatin bidawîkirin. Di merasîmê de fermandar û şervaên QSD’ê beşdar bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û tûreneke leşkerî dest pê kirin. Paşê Endamê Fermandariya QSD’ê Kanî Kobanê axivî û wiha got: “Armanca me ji van dewreyan ew e ku şervanên me bi awayekî pispor xebatên xwe yên li hemberî dijmên gelan pêk bînin. Em ê xebatên xwe li ser şopa şehîdan ber bi azadiyê ve berdewam bikin.”

Di merasîmê de şervanên beşdarî dewreyan bûne sûnda xwe ya leşkerî xwarin. Şervana bi navê Hêlîn Tolhildan ku beşdarî dewreyê bibû kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku tişta ew ddi perwerdeyê de fêr bûne dê di jiyan û xebatên xwe de pêk bînin. Hêlîn got ku ew amade ne beşdarî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin û di vê çarçoveyê de berxwedana şervanan li Efrînê li dijî hovîtiya dagirkeran silav kir.

Merasîm bi xelekên dîlanê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

 

GRI SPI-DEWIYA BERUERDA LÊŞKERI (1) GRI SPI-DEWIYA BERUERDA LÊŞKERI (3)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …