Şehîdgeha Avesta cangoriyên Berxwedana Serdemê hembêz kir

 EFRÎN – Şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmekê heybet û birûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, li Şehîdgeha Avesta Xabûr hatin oxirkirin.

EFRIN-MERASIME-SEHIDEN-BERXUDANIYA-SERDEME (2)

Gelê kantona Efrînê şehîdên sivîl, Reşîd Ebdulhenan Seydo, endamên Hêzên Asayîşê Ziyad Elûş, Elî Elî, Hiyam Osko, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm Hiso, Ehmed Miqdad, Celal Mihemed, Delîl Nibo, Rihember Birîmo, şervanê Hêzên Parastina Civakî Elî Xalib Erebo û şervanên QSD‘ê Ehmed Mihemed (Mervan Efrîn), Ehemd Dehdo, (Demar), Hemda Îbrahîm (Şahîn Çekdar), Demhat Hisên (Sîdar Şêrawa), Mihemed Reşîd (Axîn Meydana), Ferhad Hesen (Xebat Aşkanî), Orhan Ciwan (Rojhilat Şukrek û Besan Ereb (Rêdûr) di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn bi merasîmekê bi heybet li Şehîdgeha Avesta Xabûr oxir kirin.

Kerwanê oxirkirinê ji navenda kantona Efrînê ber bi Şehîdegah Avesta Xabûr a li gundê Kefer Şîl dest pê kir. Di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û dilsoziya bi şehîdan re beriz dikrin.

Li şehîdgehê merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xelîl Efrîn diyar kir ku gelê Efrînê li hemberî artêşeke terorstî  ku DAIŞ ava kir berxwedaniyeke mezin dimeşîne.

Xelîl her wiha da zanîn ku Berxwedana Serdemê rêgezên derbarê şer û herêmên germ da guhertin û got “Cara yekemîn di dîrokê de ye ku gel di nava şerekê dijwar de, bi xaka xwe ve girêdayî û li hemberî balafiran û topban li ber xwe dide.”

Di merasîmê de, bi navê Meclîsa Kantona Efrînê Nûşan Hisên jî axivî. Nûrşan anî ziman ku gelê Efrînê biryara şopandina xeta şehîdên azadiyê dane, berxwedaniya ku 39 roj li ser derbas bû, ji kesên ku digotin Efrînê wê hilweşe bû bersiv.

Xalê şehîd Reşîd Seydo, got ku şehîd pira ku gel dighîne ewlehiyê û diyar kir ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Girseya gel cenazeyên şehîdn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Efrînê spartin axê.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …