EFRÎN – Di encama topbarana Artêşa dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Hesiyê (Mîrkan) de, zarokekî bi şîr birîndar bû.
Îro gelek topên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hesiyê (Mîrkan) ê girêdayî navçeya Mabeta ketin. Di encamê de zarokê bi şîr ê bi navê Lewend Mustefa Ednan ê du salî birîndar bû.
Zarok ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku emeliyatên pêwîst jê re çêkin.