Ji ber topên dagirkeran firinek bi temamî hat rûxandin

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh navenda herêma Racoyê bi dijwarî topbaranê kirin. Di encamê de firinek şewitî û bi temamî hat rûxandin.

Di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Efrînê û hedefgirtina binesaziya herêmê de, duh Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda herêma Racoyê dane ber topan. Di encamê de firineke herêmê şewitî, bi temamî hat rûxandin û ji xizmetê derket.

Li navenda herêma Racoyê du firinên sereke hene, nan ji bo dehan gundewarên herêmê dipêjin. Ji ber rûxandina firinekê bi hezaran şêniyên gundewarên Racoyê bê nan man.EFRIN-BALAFRIN-TURKAN-CIHE-NAN-XERAKIRIN-2-300x200

Topbarana li ser herêmê didome û metirsî hene ku Artêşa Tirk û çeteyên wê berê topên xwe bide saziyên din ên xizmetê.

Beriya du rojan jî Artêşa dagirker tekane parzûngeha avê ya Kantona Efrînê hedef girt.

https://www.youtube.com/watch?v=LT1FkuT2plg&feature=youtu.be

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …