EFRÎN – Li herêma Raco, li derdora gundê Qudê di encama şerê di navbera şervanên QSD‘ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de du çeteyên koma bi navê “Furqet El-Hemza” ya girêdayî Tirkiyê hatin kuştin.
Çavkaniyek leşkerî diyar kirin ku di şerê li gundê Qude yê herêma Racoyê çeteyên bi navê Ehmed Yûsif El-Misirî û Ehmed Xelef Ebûd ên ji koma bi navê “Furqet El-Hemza” ya girêdayî Tirkiyê hatin kuştin.
Wêneyên herdu kuştiyan li ser malperên girêdayî çeteyan hatin weşandin.