QSD`ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere  kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê encamên berxwedana serdemê ya Efrînê ya 24 saetên dawî eşkere kir. Navendê ragihand ku 2 panzêr û siwareyeke leşkerî yên dagirkeran teqandine, 2 çete kuştine û 5 çeteyên din jî birîndar kirine.

Efrîn/navenda bajêr

Îro saet di 12:00 de artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi çekên giran gundê Ênhecerê yê girêdayî bajarê Efrînê topbaran kirin.

Cindirêsê

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê navneda Cindirêsê bi çekên giran ji saet 15:00’an ve heta dereniya şevê armanc girtin.

Artêşa dagirker li aliyê gundê Dêwa duh hewl dan pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di navbera şervanên me û dagirkeran de pevçûn rûdan û heta saet 11:00’an berdewam kirin. Dagirkeran îro jî saet di 12:00’an de xwestin êrîş bikin û di encamê de pevçûn rûdan û  heta dema amadekirina vê raporê berdewam dikir.

Di heman dema van pevçûnan de artêşa dagirker û bi çekên giran gundê Til Silorê topbaran kirin û heta dema amadekirina vê raporê topbaran li dijî heman gundî berdewam dikir.

Şera

Eniya gundên navçeya Şera ji duh piştî nîvroj ve heta saetên derengiya şevê bi çekên giran ji aliyê dagirkeran ve rastî topbaranê hatin. Topbaran bi taybet li dijî gundên Çema û Omera bû.

Hêzên dagirker li eniya gundên Sarîncek û Duraqliya xwestin pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de pevçûn rûdan. Li vê eniyê pevçûn heta dema amadekirina vê raporê berdewam dikirin. Di encamê de şervanên me li vê eniyê panzêreke BMB bi temamî teqandin.

Reco

Li eniya gundê Bilêlka û girên derdorê pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û dagirkeran de rûdan. Di heman demê de hêzên dagirker bi çekên giran duh ji saet 19:00’an ve heta saet 21:00’an topbaran kirin. Şervanên me piştrast kirin ku dagirkeran li vê eniyê derbeyên giran xwarin.

Li eniya gundên Edema û Elbîskê hêzên me çalakiyeke bi bandor pêk anîn û di encamê de siwareyeke leşkerî ya dagirkeran bi temamî teqandin û 2 çete hatin kuştin û 5 çeteyên din jî birîndar bûn.

Li eniya devera Kaniya Batmanê hêzên me panzêreke dagirkeran armanc girtin û bi temamî teqandin.

Şiyê

Li eniya gundê Çeqela Jorîn di saetên sibê de di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûn rûdan. Pevçûn heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn. “

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …