Bi sedan welatiyên deverên Hecîn û Ebû Xeşeb beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên 6 şervanên QSD’ê bûn

Welatiyên deverên Hecîn û Ebû El-Xeşeb û gundên girêdayî Dêrazorê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên QSD’ê yên bi navên Yûsif El-Hemadê (Şamil), Yûsif El-Mixelef (El-Dîb), Ebid El-Salih (Seyad), Mistefa El-Dirih, Tirkî El-Ehmed (Welat Hecîn) û Ebdilkerîm Mihemed bûn.

Merasîma cenaze bi deqeyeke rêzgirtinê û toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve dest pê kir.

pişt re fermandarê QSD’ê Dilşêr axivî û wiha got: “Em rojane gulekê di baxçeyê şehîdan de diçînin bi saya fedakariya van şehîdan herêm tê rizgarkirin û berxwedana li dijî dagirker û hovan didome.”

 

Piştre belgeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de welatiyan bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê ya li bajarokê Ebû El-Xeşeb, spartin axê.

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …