Emê Rêya Hevrê Evîn Bişopînin

Emê Rêya Hevrê Evîn Bişopînin

Ji Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Giştî Re

Şoreşa gelan ya Bakûrê Sûriyê, bi ked û fedekariya şehîdan hate avakirin. Şehadeta her hevalekê/î ji bo me fermane ku em xewn û xeyalên azadiyê pêkbînin. Hevrê Evîn Tolhildan, ji bo gîhandina azadiyê ked û fedekariyeke mezin da û heta dawî têkoşiya. Wê bi vîna xwe ya mezin, di dilê tevayî hevalan de cihê xwe çêkir. Em ji ber şehadeta hevrê Evîn, xemgîniya xwe tînin ziman û di serî de ji malbata wê, malbatên şehîdan û gelê meyî welatparêz re sersaxî dixwezin û soza şopandina rêya şehîdan nû dikin.

Heval Evîn, ji bajarê Efrînê bû. Di sala 2012’an de beşdarî nava refên YPJ’ê dibe. Heval Evîn, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di temeneke biçûk de dibe xwediyê lêgerînên azadiyê. Piştî pêla şoreşê li tevayî Rojavayî Kurdistanê belav bû ew jî weke gelek keçên ciwan yên Rojavayî Kurdistanê, berê xwe da, nava refên şoreşê. Ji bo di nava qadên herî pêş yê şoreşê de cihê xwe bigire, bi temenê ciwantî biryara tevlîbûna nava YPJ’ê dide. Heval Evîn, heya kêliya xweyî dawî bi awayeke çalak cihê xwe di nava tekoşînê de digire. Bi dilgermî, bi ruhê ciwantî, bi sekneke saxlem û bi xeyala ew jî bibe, şervanek jêhatî û dilpak ya gelê xwe û mirovahî têkoşiya.

Heval Evîn di sala 2013’yan de, beşdarî şerê li hemberî çeteyên ‘Cebhet Elnusra’ yê li Til Elo qewimî bû dibe. Di wê şerî de bi awayeke giran birîndar dibe. Demeke dirêje, ji ber rewşa birîndariyê hem tedewî didît û hem jî di qada xebatên tendûristiyê de li ser karên tendûristiya hevalan disekinî. Bi berpirsyartiyek mezin heta dawî xizmeta gel û hevrêyên xwe kir. Tevî ku ev çend sale di bin venêrîna doxtoran de tedewî didît jî lê ji ber birîndariya wê giran bû nehat xilaskirin. Herî dawî rewşa heval giran bû, li ser esasê biçe tedewiyê derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li wir tevî mudexelayan şehîd bû. Hevrê Evîn heta kêliyên dawî bi girêdan û baweriyeke bê dawî tekoşîn kir û gihêşt mertebeya şehadetê.

Careke din em heval Evîn bîr tînin, ji malbata wê, malbatên şehîdan û tevayî gelê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê re sersaxî dixwezin û dibêjin emê di şopa şehîdan de heta dawî tekoşîna xwe berdewam bikin.

Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê

 

Nasnameya heval Evîn Wiha ye    

Nav Û Paşnav: Evîn Tolhıldan

Navê Rast Û Paşnav: Elmas Mıhemed

Navê Dayik: Fadile

Navê Bav: Hiznî

Cih Û Dîroka Tevlîbuyinê: 2012 – Efrin

Cih Û Dîroka Şehadetê:  2018 20 9

 

 

 

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …