Di êrîşa dagirkeran li ser gelan de, welatiyekî Ereb şehîd bû, 12 din jî birîndar bûn

 EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser karwanê gelên herêma Cizîrê û Firatê de, welatiyekî sivîl ê Ereb şehîd bû û 12 sivîlên din jî birîndar bûn.

EFRIN-CIWANEK-SEHID-BU-12-BIRNDARIN1

Nasnameya welatiyê şehîd ê ereb ku cenazeyê wî gihîşt nexweşxaneya Avrîn wiha ye: Salim Xilêf, navê bav Xelef, navê dayîkê Helîmê û cih û dîroka dayîkbûnê 1990 Cezrt Mîlac.

Her wiha navên 9 birîndarên ku niha gihîştin  nexweşxaneya Avrînê wiha ne: Baqî Xelîl Hemo 24 salî, Reşîd Hisên Mihemed 22 salî, Wensa Umer Şawîş 58 salî, Xêrî Coqî Şengal 23 salî, Rende Hisên Celal 20 salî, Ekrem Bedran Biro 21 salî, Rocvan 21 salî, Xalid Tewfîq Elî 45 salî, Mihemed Xalid Yeqûb 60 salî. Her wiha navên sê birîndarên ku gihîştin nexweşxaneha Nubil û Zehra wiha ne: Mihemed Şêx Nebî ji Kobanê û Xalid Xelîl ji Kobanê û Merwan.

Rewşa birîndaran hemû baş e.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …