Li gorî agahiyên destpêkê nasnameya 5 birîndarên sivîlên hatin eşkerekirin

EFRÎN – Li gorî agahiyên destpêkê, di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê li ser sivîlên herêma Cizîrê û Firatê ku diçûn Efrînê de, navên 5 birîndaran hatin eşkerekirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Ziyare ku gelê Cizîrê û Firatê di wir derbasî Efrînê dibû, topbaran kir. Di encamê  de hinek welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê nasnameya 5 birîndaran hate eşkerekirin. Ji wan birîndaran, Mihemed Şêx Nebî ji Kobanê, Xalid Xelîl ji Kobanê û Merwan niha li nexweşxaneyên Nubil û Zehra têne dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa wan baş e.

Her wiha birîndarên bin navê Wensa Cawîş û Mihemed  Xalid ê 60 salî li nexweşxaneya Avrîn têne dermankirin û rewşa wan jî baş e.

Gelê Efrînê diherikin nexweşxaneyan û xwînê didin.

Ji ber topbarana dijwar li ser gundê El-Ziyare(Zaretê) hejmara birîndaran nehate zanîn.

Îro vê sibê bi hezaran gelê Firatê û Cizîrê ji bo piştgiriya Efrînê berê xwe dan kantona Efrînê.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …