Di Çalakiya sabotajê ya navçeya Şêrawa de 4 çeteyên dagirker hatin kuştin

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên me li gundê Xezawiyê ya navçeya Şêrawa li dijî koma çete ya bi navê Ehrar el Şerqiye çalakiyek lidarxist. Di derbarê çalakiya ku hat lidarxistin de;

 

Di dîroka 15’ê Cotmehê, yekîneyek me li gundê Xezawiyê ya navçeya Şêrawa li dijî seyareyeke leşkerî ya koma çeteyên bi navê Ehrar el Şerqiye çalakiya sabotajê lidarxistin. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin.

Her wiha 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. Navê çeteyên ku hatin kuştin wiha ne: Samir el Faris (Heleb), Ata Xalid el Qasim (Idlib), Welîd Adil el Cedu (Hums), Yehya el Helebî (Heleb).

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê 

16’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …