Em 8 rêhevalên xwe yên di şerê berxwedana Kobanê de şehîd bûne bi bîr tînin

Ji Çapemenî û raya giştî re!

 

Gelê me ji dîrokê heya niha li hember her cure êrîş û dagirkeriya dijmin a li hember axê Kurdistanê re bi seknekî berxwedêr a bi pênaseya azadiyê re bûye yek,  bersiv daye. Li hember hemû êrîşên ku sedema hebûna wan ji holê rakin gelê me jî hêj zêdetir bi yekbûyînekê rihê berxwedanek hevpar ava kirine.

Ji bo wê di serî de ji bo parastina nirxên xwe yên çandî  şerê hebûn û tunebûnê dane meşandin. Yek ji wan şerê hebûn û tunebûnê jî di sala 2014’an de li hember hewldana dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê ku ketiye qada dîrokê hatiye meşandin. Keç û xortên herî xweşik ên Kurdistanê jî bi girêdanbûna welatparêzî û azadiyê ve ku xwe bexşandine gelê xwe tevlî şerê berxwedanê ya Kobanê ku bi mehan berdewam kiribûn û îspat kirin ku dijmin tu caran nagihêje armanca xwe.

Di meha Cotmehê de ku mehekî herî zêde berxwedanî hatibû meşandin  me 8 hevalê xwe şehîd dabûn. Rêhevalên me Bêdeng, Bêrîtan Botan, Bêrîtan Besta, Botan, Birûsk, Cûdî, Rûken û Xweza ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn di şerê berxwedana Kobanê de bi berxwedaniya ku dan nîşandan,  têkoşîna me ya azadiyê ku em didin meşandin nîşanî herkesî dane. Ev sekna mîlîtanî bûye sedem ku şoreşa Rojava li hemû cîhanê de deng vedaye.

 

Ji ber sedema şert û mercên şerê ku çêbûne nasnameya rêhevalên me dereng mabe jî hatiye aşkerekirin.

Em nasnameya van hevalên xwe di vê pêvajoyê de îlan dikin. Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

 

Nasnav: Bêdeng Çewlîg

Nav û Paşnav: Oktay Gûrdegir

Navê Dayikê: Xatûn

Navê Bav: Zekî

Cihê Ji Dayikbûnê: Çewlîg

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 23’ê Cotmehê 2014

 

 

Nasnav: Bêrîtan Botan

Nav û Paşnav: Ayşe Sayin

Navê Dayikê: Sabîha

Navê Bav: Şemsedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Mersîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 9-10 Cotmehê 2014

 

 

Nasnav: Bêrîtan Besta

Nav û Paşnav: Qadriye Koluman

Navê Dayikê: Xanim

Navê Bav: İdrîs

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 9-10 Cotmehê 2014

 

 

Nasnav: Botan Farqîn

Nav û Paşnav: Cûneyt Kiliçdogan

Navê Dayikê: Xedîce

Navê Bav: Kemal

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014

 

 

Nasnav: Birûsk Tolhildan

Nav û Paşnav: Omer Ertan

Navê Dayikê: Maşallah

Navê Bav: Necmedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 1’ê Cotmehê 2014

 

 

Nasnav: Cûdî Amed

Nav û Paşnav: Mehmet Ozmen

Navê Dayikê: Halîme

Navê Bav: Tahir

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 10’ê Cotmehê 2014

 

 

Nasnav: Rûken Sîpan

Nav û Paşnav: Qudret Rasîkî

Navê Dayikê: Xatûn

Navê Bav: Kadil

Cihê Ji Dayikbûnê: Makû

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Cotmeha 2014

 

 

Nasnav: Xweza Hasret

Nav û Paşnav: Leyla Çoban

Navê Dayikê: Berîvan

Navê Bav: Abdulhafiz

Cihê Ji Dayikbûnê: Sêrt

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 11’ê Cotmehê 2014

 

Em 8 rêhevalên xwe yên ku di tekoşîna azadiyê de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin. Soza şehîdên me ya serkeftinê ku ji bo me şopdaran dane em dewir digirin û em soza hê bi serkeftinî û bi biryardariyek mezin ve meşandinê dûbare dikin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG 

16’ê  Cotmehê  2018’an

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …