Di çalakiya li gundê Hêkiçê de, herî kêm 8 leşker û çete hatin kuştin

 EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê dîmenê çalakiya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Hêkiçê yê herêma Cindirêsê weşand.

Duh şervanên YPG û YPJ`ê li gundê Hêkiçê yê herêma Cindirêsê, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li malekê de xwe bicih kiribûn, çalakiyek lidar xistin.

Di encama çalakiyê de, mal bi temamî hate rûxandin û herî kêm 8 leşker û çete hatin kuştin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê jî dîmenê çalaiyê weşandin

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …