Detayên êrîşa li ser gelê Cizîrê û Firatê  

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker bi top û balafiran gelên Cizîrê û Firatê yên ku di deriyê Ziyaretê re derbasî Kantona Efrînê bûn, hedef girtin. Tevî êrîşan gel xwe gihandin Efrînê û ev peyam dan dagirkeran, ″Em hemû li pişta Efrînê ne, êrîşên we yên hovane me natirsînin.″

EFRIN -BI WENE-U DIMEN-ERISA-LISER-SANDEYA-BAKURE SURYEEFRIN -BI WENE-U DIMEN-ERISA-LISER-SANDEYA-BAKURE SURYE ‫(1)‬ ‫‬

Duh saet di 20.00′ê êvarê de Artêşa Tirk a dagirker li ketina Kantona Efrînê êrîşî gelên Cizîrê û Firatê kirin. Tevî top û balafirên dagirkeran, gel xwe gihandin Kantona Efrînê. Di encama êrîşan de welatiyekî ji Dêrazorê şehîd bû û 12 sivîl şehîd bûn.

Erebeyên ku di bin topbaranê de xwe gihandin Kantona Efrînê berê xwe dan gundê Basûtê û ji wir ber bi Cebel Ehlam ve ketin rê. Erebeyên ku nikarîbûn derbas bibin jî, paşde vegeriyan û berê xwe dan bajaroka Nubil a gundewarên bakurê Helebê.

Gelê Efrînê yên ku li benda pêşwazîkirina gelên Cizîrê û Firatê bûn jî, li nava malan û erdên çandiniyê belav bûn.

Ji ber êrîşan erebeyên ku gel veguhestin ziyan dîtin, bi dehan erebe jî bi temamî şewitîn.

Êrîşa li ser herêmê heta saetên derengiya şevê dom kir.

Îro di saetên sibehê de, gel berê xwe dan bajarê Efrînê û ev peyam dan dagirkeran, ″Em hemû li pişta gelê Efrînê ne, em ji êrîşên we yên hovane natirsin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …