Dewreya Şehîd Çekdem Çekjîn bi dawî bû

GIRÊ SPΠ– Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb dewreyeke din a şervanên QSD′ê bi dawî bû.GIRE SPI-TEVLIBUNA-NAVA-REFEN-QSD1 ‫(1)‬

Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb dewreyek perwerdeyê bi tevlîbûna 230 şervanên QSD′ê bi navê ″Şehîd Çekdem Çekjîn″ hat vekirin. Dewreyê mehekê dom kir û tê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.

Şahiya bidawîbûna dewreyê li gundê Şebdax ê girêdayî bajarê Girê Spî bi beşdariya Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd, berpirsê avakirina focên leşkerî yên QSD′ê Sîdar Serêkaniyê, Fermandarên YPG′ê û nûnerên  saziyên Rêveberiya Xweser a Girê Spî hat lidarxistin.

Destpêkê toraneke leşkerî ji aliyê Endamên dewreyê ve hat lidarxistin. Piştre Nûrî Mehmûd axivî, bal kişand ser serkeftinên hêzên QSD′ê li Bakurê Sûriyê û wiha got: ″Li Sûriyê alozî rû dide û gelek aliyên îdîa kirin ku ew ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk Sûriyê firotin dewletên derve″.GIRE SPI-TEVLIBUNA-NAVA-REFEN-QSD1 ‫(123601409)‬ ‫‬

Mehmûd da zanîn ku Hêzên QSD/YPG/YPJ′ê civaka Sûriyê bi hemû gelên wê parastin û projeya demokrasiyê pêş xistin.

Di dawiyê de dîlan hat gerandin û şervan li noqteyên leşkerî hatin belavkirin.

Şervanê YPG′ê şehîd Çekdem Çekjîn 10′ê Tebaxê di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …