5 têkoşerên azadiyê li Minbicê hatin veşartin

MINBIC – Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, oxir kirin.EZAB EBUD

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ″Beşar Mubarek, Bîlal Meter, Mehmûd Mirî, Ibrahîm Hisên û Mehmûd Şilaş″ ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê. Girseya gel alên YCR′ê û Meclîsa jinê hildan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.

Di merasîma oxirkirinê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfe Xelo, Endamê Dîwana Meclîsê Ezab Ebûd, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Cemîle Ehmed, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil û bi dehan Endamên saziyên sivîl û leşkerî, amade bûn.IBRAHIM XELEF

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Ibrahîm Xelef axivî, şehîd wekî meşeleyên ronahiyê bi nav kirin û wiha got: ″Şehîd canê xwe fedayî axa welatê xwe dikin. Em soza şopandina riya şehîdan heta dilopa dawî ya xwînê didin″.

Ji Fermandarên Meclîsa  Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Rafa jî axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û wiha got: ″Em sersaxiyê ji xwe û malbatên têkoşerên ku soza şopandina riya Ebû Emced û Ebû Leyla bi cih anîn, dixwazin″.

Piştre jî bi navê Rêveberiya demokratîk a Minuicê, Endama Dîwana Zagonsaz Ezab Ebûd axivî, serkeftinên li Bakurê Sûriyê têne bidestxistin li malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, gelên herêmê ji tarîtiyê rizgar bûn û jiyaneke azad ji wan re hat avakirin.

Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên  wan di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …