EFRÎN – Çavkaniyan cihê komkujiya ku li gundê Gubelê yê Şêrawa pêk hatiye û rewşa wir ji nêz ve şopandin.
Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker duh ango 28`ê mehê, li gundê Gubelê yê Şêrawa komkujiyek derheqê sivîlên koçber de pêk anî.
Li gorî daneyên destpêkê 8 sivîl şehîd bûn û 7 sivîlên din jî birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye ku şehîd û birîndar hemû ji malbatekê ne ango ji malbata Kino ne.
Ji aliyekî din ve jî 10 kesên din ku li cihê komkujiyê bûn windane û xebatên lêgerînê di bin enqazan de dewam dike.
Nûçegihanên me çûn cihê komkujiyê û terajîdiya malbata Kino bi cîhanê da naskirin.