YPG: Bi şehadeta Avesta re Berxwedana Serdemê ket qonaxeke nû

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku bi şehadeta şervana YPJ’ê Avesta Xabûr ku çalakiya fedayî li dijî  Artêşa Tirk û çeteyên wan pêk anî, Berxwedana Serdemê ket qonaxeke nû û wiha got: “Em soz didin gelê xwe ku wê Fedekar Avesta Xabûr bibe sembola tekoşîna me ya li dijî dijminan. Her şervanekî me wê bibe fedeyî vê gel û xakê.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê şehadeta şervana YPJ’ê Avesta Xabûr daxuyaniyek da û got ku wê bi şehadeta Avesta Berxwedana Serdemê bikeve qonaxeke nû.

Daxuyaniya Fermandariya YPG’ê wihaye:

“Di demên zehmet de û li pêşberî êrîşkaran berxwedanên bi rumet dibin mertal li pêşiya dijminan û wan têk dibe û paş de vedigerîne. Xewnên wan li ber cesaret û qehremaniya fedekaran têk diçin. Avesta Xabr dest bi qonaxeke din a berxwedanê kir, wê bibe sernavê berxwedana me ya li dijî dagirker û êrîşkaran.

Efrîna berxwedanê ku meşeleya xwe ji Kobanê wergirt, îro ronahiya wê bi xwîna şehîdên xwe yên qehreman geştir dike. Bi xwîna şehîdên ku rojane evsaneyên qehremanî li dijî dagirker û teroristan xê dike. Îro careke din li ser erda Efrînê fedekarî kir û ber bi ezmanê azadiyê ve, cihê gelek qehremanan ve çû. Di Berxwedana Serdemê ku ket hefteya xwe ya duyemîn de li dijî Arêtaş Tirk û çeteyên wê ve tê meşandin, fedekarî hate kirin.

Şehîda Qehreman Avesta Xabûr, şervanan YPJ û endama Ykîneyên Antî Teror (YAT) şervanek xwedî cesaret bû û rojakê ji pêkanîna erka xwe gav paş de ne avêt.   Nih jî bû canê xwe kir pirek pîroz da ku rê need ku Artêşa Erdogan û teroristên wî bikevin Efrîna bi ewle.

Bi şehadeta Şervana qehreman Avesta Xabûr Berxwedana serdemê li dijî şerê qirêj ket qonaxeke nû. Şerê qirêj ku di encama komploya çend dewletan li ser gelê me hatiye ferizkirin. Pîlanên wan li dûrî hesabên gelê me û jiyana wî ya bi rumet û dûrî biratiya gelê Sûriyê pêk hatiye. Îro bi şehadeta Avesta Xabûr em ketin qonaxeke nû ya berxwedanê ew jî wê serekftina di şer wê bi rihê fedekarî, pêşketin û êrîşa li dijî dijmin û teroristan pêk tê.

Şehadeta Hevala me Avesta Xabûr ji me bû nameyek ku em berxwedana û tekoşîna xwe ya li dijî dagirker û êrîşkaran xurtir bikin û bi hemû şêwazan ji hemû cîhanê re isbat bikin ku em fedawiyê jiyana azad in, em ê qebûl nekin ku em bê azadî jiyan bikin, heta em canê xwe jib o pêkanîna wê feda bikin.

Gelê me li Bakurê Sûriyê ku xwest azad jiyan bike û bibe rêberê xwe, neba koleyê tu aliyan û nekeve hesabên bazarên siyasî yên dewletên niha şer dikin, xwest ku hêza xwe ya xweser bi destpêka tevgera gel û buhara gelan re vakir. Bingeha xweparstina rewa esas girt û bingeha sereke ya hêzên xwe ku îro li dijî Artêşa herî dijwar a Rojhilata Navîn û li dijî teroristên ku welat derbas kirin û artêş têk birin me li ber xwe da.

Me bi komîteyên gel ên herêmî destpê kir û me tax û gundên xwe parstin, paş ê  ji bo em gundên xwe biparêzin me hêza xwe mezin kir û îro bûye hêzeke pspor hemû Bakurê Sûriyê di nava sîstemeke siyasî ku ji hemû pêkhateyan hatiye sazkirin tevdigere. Ev hêz ji dilê rewşa niştimanî ya SÛriyê hate sazkirin û li dijî pirojeyên tarî yên DAIŞ, Qaîda û Edoganî li Sûriyê sekinî. Îro û li şûna hemû gelê Sûriyê lid ijî Artêşa faşist a Tirk û teroristên wê şer dike.

Vane hêzên me yên berxwedêr, hevala me ya Fedekar Avesta Xabûr ji Artêşa Tirk û teroristên wan ên rêxistina Qaîda ku li Bakurê Sûriyê hatin komkirin û îro ber bi şerê gelê me yê Efrînê ve hatin şandin, nikarin îradeya gel me bişkînin. Tevlî çekên wan ên giran ku li dijî exlaq û qanûnên şer ku bi kar tînin jî nikarin pêşkevin.

Hêzên me bi wan re ketin şerê vekirî da ku ji hemû cîhanê re isbat bikin ku em ê heta nefesa xwe ya dawî li berxwe bidin. Ev artêşa faşist û çeteyên wê wekî nexweşiya Penceşêr li sûriyê belav bûne, wê rastî berxwedaneke dîrokî wekî berxwedana Kobanê werin.

Efrîna ku darên wê bi xwîna şehîdên me wekî şehîd Avesta Xabûr hate avdan, wê heta serekftinê liber xwe bide. Me biryara ku em ê liber xwe bidin û li pişt hemû kevir û daran em ê li dijî wan bin, li her gund, kolan, mal û cihekî emê derbeyên giran ên têkçûnê li wan bixin. Çawa dewleta wan a nexwe  (seltena Osmanî) ket wê Erdoganê nexweş û dîn wê li hîma berxwedana Efrînê bikeve.

Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê soz didin gelê xwe ku wê Fedekar Avesta Xabûr bibe sembolek û findek ku riya me ya çûyîna ser dijim ronî bike. Her şervanek me wê bibe fedayîyeî di ber gel û xaka xwe de.  Em ê heta dawî girêdayî rihê fedekarî yê têkbirina Artêaş Erdogan û çeteyên wî bin. Em ê mizgîniya serekftina wefedariya bi xwîna şehîdên xwe re ji gelê xwe re pêşkêş bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …