Dagirkeriya Tirk cardin êrîşî Efrînê kir

EFRÎN  – Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê dîsa êrîş birin ser herêma Efrînê û bi bersiva YPG re rû bi rû hatin. Hate zanîn ku 7 çete birîndar bûne.

Komên çete ku piştgiriya xwe ji dagirkeriya Tirk werdigrin ji gundê Kefer Xaşir û bajarê Ezazê êrîş birin ser gundên Eyn Deqnê û Merenaz û Girê Qestel Cindo yên navçeya Şera ya Efrînê. Çeteyan 10 topên hawanê avêtin van gundan.

Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bersiv dane jêderên êrîşan û bi çekên giran ew hedef girtin. Li gorî çavkaniyên ji nava YPG’ê 7 çete birîndar bûne, lê nehate zanîn gelo di nava çeteyan de kuştî hene an na.

Artêşa Dagirker a Tirk û çeteyên xwe ji destpêka 2017’an heta niha zêdetirî 700 êrîş birine ser herêmên Efrînê û bi hemû rê û rêbazan hewl didin ku vê herêmê dagir bikin. Lê her ku êrîş dikin bi berxwedaniya şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger re rû bi rû tê û paşde vedikişin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …