Ji Fermandariya YPJ’ê payama serê salê

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) sersala nû li hemû gelên cihanê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bi xwe re aştî û ewlehiyê bîne.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê girêdayî mijarê li ser malpera xwe ya internetê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku ew amade ne ji bo pêşxistina jin û parastina wê di hemû aliyan de, destekê bidin.

Di daxuyaniya YPJ’ê de ev tişt tê gotin: “Em weke Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya sala nû civaka Xiristiyan, hemû gelên cîhanê û bi taybet jinan pîroz dikin. Em dixwazin ku sala nû ji bo hemû gelan bi xwe re aştî û ewlehiyê bîne. Em bi vê boneyê her wiha şehîdên ku di riya azadiyê de canê xwe dane, bi bîr tînin.”

Em bang li hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn dikin ku xwe bi rêxistin bikin û tekoşîna xwe berdewam bikin, her wiha riya şehîdan dewam bikin.

“Her sal hûn di nava kêf û xweşiyê de bin.

Em ji birîndaran re şîfaya acil hêvî dikin

Şehîd namirin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …