Çeteyên artêşa Tirk sivîlan talan dikin û DAIŞ`ê dikin berpirsyar

Dîmen

     BEŞÊ  RAGIHANDINA  BUROYA YPJ Ê-  ŞAHBA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirin û talankirina herêmên Şahba didomîn in, her wiha artêşa Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ`ê ên berê wek berpirs datîne ser saziyên xwe.

Ji dema artêşa Tirk a dagirker xaka herêmên Şahba dagirkirye de, binpêkirinê derheqê sivîlan de pêk tîne. êkencedana welatyê bi navê Ehmed Şêx ku kêmek ma qetil bikin, qetilkirina jina ciwan a kurd Îman Mislim û qetilkirina welatiyekî li ser xala kontirolê ya gundê Til Betal ji aliyê çeteyên firqa El-Hemze, her wiha talankirina sivîlan, tirs kir dilê sivîlên herêmê.احمد الزيدان

Di vê derbarê de, dêmenek ku têde diyar dibe ku çawa çeteyên Sultan Murad du welatiyan talan dikin, ket destên ANHA`yê.

Di dîmen de diyar dibe ku welatiyê bi navê (A A) dibêje ku ʺfirqa Sultan Murad 18 hezar lîre û gustîlkekî zîv ji min dizîn, ew firqa Sultan Murad e, ala wan jî bi rengê sor bû.ʺ

Welatiyê ku navê wî nehatiye diyar kirin jî wiha dibêje:ʺFirqa Sultan Murad gustîlkekî zêrî bi buhayê 120 hezar lîre û gustîlkekî zîv û 20 hezar L.s û paketek titûn ji min dizîn.ʺ

Demên berê jî, hin çavkaniyan ji ANHA`yê re diyar kirin ku benda kontirolê ya gundê El-Zahiriye ya girêdayî herêma Babê ku çeteyên Sultan Murad rêveberiya wê dikin, her kesî derbasî xaka ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker dagirkirine bibe, talan dikin.

Endamên DAIŞ`ê niha berpirsên saziyên artêşa tirk a dagirker in

ji aliyekî din ve, çavkaniyên ji bajarê Ezazê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ`ê yên berê, niha serçeteyên saziyên ku artêşa Tirk a dagirker li cihên dagirkirine avakirine ye.

Çavkaniyan diyar kirin ku berpirsê saziya ewlehiyê ku piştî artêşa Tirk a dagirker herêmên Şahbe dagirkirine avakiriye, çeteyê bi navê Ehmed Zêdan ku navê Hecî Hirêtan li xwe kirî ye, ku ji bajaroka Hirêtan a gundewarên rojavayê Helebê ye.

Çavkaniyan hin zanyarî li ser wî serçeteyî şandine ku“ Vî serçeteyî di meha Êlûna 2013`an de, dema çeteyên DAIŞ`ê ew herêm dagirkirine, tevlî çeteyên DAIŞ`ê bûye, niha jî têkilyên wî yên bi hêz bi gelek emîrên çeteyên DAIŞ`ê re hene. Her wiha bi pareyan dîlan di navbera hev û dû de diguherandin. ʺ

Wêneye wî seçeteyî jî ket destê ANHA`yê.

ANHAʹyê ji bo ewlekariyê nasnameya welatiyan eşkere ne kirine.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …