YPG: 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

  BEŞÊ  RAGIHANDINA  BUROYA YPJ Ê – Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, li ser êrîşên 6 rojên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:” Di encama bersiva YPG/YPJ’ê de 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, leşkerên Tirk di 1’ê Hezîranê de gule li gundiyên Kobanê reşandin û hat gotin, “Duh bi şev jî li gundê Koran ê li rojhilatê Kobanê gule li xaniyên gundiyan reşandin. Di encamê de zerar gihîşt malê gundiyan.”

Navenda Ragihandinê diyar kir, di 2’ê Hezîranê de çeteyên artêşa Tirk xwestin êrîşî gundê Girê Dewa yê navçeya Cindirêsê ya Efrîn bikin û got, “Di heman demê de hêzên me bersiv dan çeteyan û şer derket. Di encama şer de çeteyek hat kuştin. Her wiha îro balafirên bê mirov yên keşfê û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan. Dîsa di heman rojê saet 21:00`an de balafirên keşfê yên bê mirov li ser gundê Siftek yê ku dikeve rojavayê Kobanê geriyan û balon avêtin herêmê.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Di 3’ê Hezîrana 2017’an de çeteyên artêşa Tirk bi hawanan êrîşî gundê Basûfanê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Cindirêsê 2 çete hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser sînorê rojavayê Kobanê geriyan. Dîsa leşkerên Tirk gule reşandin ser patosê gundiyên gundê Siftekê û Zorava yên dikeve rojavayê Kobanê. Di heman demê de hêzên me bersiv dan êrişa leşkerên Tirk, lê di encam de di derheqê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di 4’ê Hezîranê de çeteyên artêşa Tirk xwestin êrîşî girê Şehît Şîlan ê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bikin. Hêzên me bi êrîşê hesiyan û di heman demî de bersiva êrişê çeteyan hat dayîn. Di encam de êrîşa çeteyan hat şikandin û çete paş de reviyan. Lê di encama şerê ku derket de di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehat bidestxistin. Her wiha di heman rojê de çeteyan xwest ji mile girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê ve êrişî hêzên me bikin. Êrîşa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat ferqkirin û bersiva êrişê çeteyan hat dayîn. Di encam de 2 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin. Dîsa di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrişî gundên Minix û Belûniyê yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin.

Di 5’ê Hezîrana 2017’an saet saet 08:00an de, balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov li ser sînorê Kobanê û li ser bajêr geriyan.

Di 6’ê Hezîranê de çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanan êrîşî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman rojê de çeteyan bi guleyên tangê êrîşî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di encama êrîşa bi guleyên tankê de berada Şêrewa derb xwar û zerarê maddî rû da.”

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …