Çeteyên artêşa Tirk du top avêtin kantonê Efrînê

 EFRÎN – Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker du top avêtin navenda kantona Efrînê. Di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji Çiyayê Şêx Berekat ê rojavayê Helebê du topên hawnê avêtin navenda kantonê. Derbarê ziyanan agahî nehatin bidestxistin.

Hate ragihandin ku 4 balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser kantonê digerin.

 

EFRIN-TOPBARANE-CETEYAN (2) EFRIN-TOPBARANE-CETEYAN (3)

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …