GIRÊ SPÎ – Şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê 3 cangoriyên azadiyê li goristana gundê Hikûmiyê oxir kirin.
Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 3 şervanê sê şervanên QSD′ê Mihemed El-Recil (Ebû Sedam), Ehmed Naqor (Ebû Zekî) û şervanekî ku nasnameya wî nehat zanîn ku di hemleya rizgarkirina Reqayê şehîd bûne ji nexweşxaneya Wetenî ya Girê Spî wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Reqayê ya li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz dest pê kir. Paşê bi navê QSD′ê Ciwan Ebû Şewket axivî û got ku şopdarên riya şehîdên xwe bin û tola wan hilînin.
Her wiha bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdolah Hemo jî axivî û da zanîn ku bi saya şehîdên gelê herêmê li ser axa xwe azad dijîn.
Di dawiya merasîmê de şervanên QSD′ê cenazeyê pakrewanên xwe di nava tîlîliyên dayîkan de oxir kirin.