Çete li Cindirêsê darên zeytûnan desteser dikin

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi hezaran darên zeytûnên ên şêniyên Efrînê desteser kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyek ji herêma Cindirêsê ya kantona Efîrnê dane me, çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi hezaran darên zeytûnan ên xelkên Efrînê desteser kirin. Çeteyan deverên ku desteser kirin jî afêşên li ser nivîsandibûn “Edil El-Şerqiya C” ango hate desteserkirin, danî bûn.

Arêtşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji destpêka ku Efrîn dagirkirine bi hezaran darên zeytûnan ê şêniyên Efrînê şewitandin û birîn.

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …