cejn nîşaneya aşîtî û biratiya gelan e

Peyama Cejna Qurbanê

“Bêguman wateya cejnan li hev kirina mirovan e, wateya cejnê aşîtî û aramiya,  wateya cejnê biratiya gelan, hezkirin û hev û du qebûlkirine. Li cihê ku edalet, wekhevî û nirxên mirovahiyê tine be, cejn wek cejnê nikarin werin hesibandin, yên ku tên pîroz kirin jî bi xemgînî derbas dibin. Îsal Cejna Qurbanê di demeke wisa de tê ku gelê Rojhilata Navîn, gelê Bakûrê Sûrî di rewşeke pir dijwar re derbas dibin û cejna Qurbanê pêşwazî dikin. gelê heremê bi sala ne li ser vê axê bi hev re şahî û êşên xwe parve kirine û hîna jî parve dike, ev yek jî li hesabê dijmiana nayê ji ber vê yekê dijminên mirovahiyê li seranserî welat cardin êrîş dest pê kiriye. Bi navê ol dixwaze fitniyan di nava gelên herêmê de çêbike.

Her çendî îro Efrîn rastî êrîşeke giran hat, rastî bêdengiyeke cîhanî hat lê dîsa jî vî gelî girêdana xwe bi aşîtî û bi biratiya gelan ve da diyar kirin, bi jiyana hevbeş helwesta xwe da diyar kirin. Em jî weke hêzekê me ji bo afirandina jiyanek nû em li berxwe didin, da ku tevahî gelên herêmê bi tevahî ol û mezhebên xwe di nava aramiyê de jiyan bikin. Em dibêjin ku em ê heya dawî girêdayî nirxên civaka xwe bimînin . Ji bo ku aşîtî û azadî di nava civaka me de belav bibe, em ê bê navber di nava liv û tevgerê de bin.

“Ev destkevtiyên gelê herêmê û jiyana me ya bi rûmet ku îro em dijîn berhema xwîna şehîdên nemir e. Ji bo vê jî em weke Buroya Têkîliyên Giştî Yê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di serî de vê cejnê li malbatên şehîdan, li cîhana îslamî, li tevahî gelê aşîtîxwaz û gelê xwe , pîroz dikin û em soz didin û dibêjin ku em ê her şopdarê riya hevalên xwe yên şehîd bin û erka ku dikeve ser milê me, em ê heya dawî bic bînin. Bi hêviya ku aşîtî, aramî, kêf û şadî bibe para welat û civaka me em dîsa dibêjin ku cejna  Qurbanê li tevahî cîhana Îslamê pîroz be.

 Cenjna we pîroz be

     Buroya Têkîliyên Giştî Yên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)

        20.08.2018

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …