Çete berê sivîlan didin mayînan

REQQA– Sivîlên Reqqayê ku hêzên QSDʹê wan ji çeteyan rizgarkirin gotin ku çeteyên DAIŞʹê  berê hin malbatan dan eniyên pêş ên taxa El-Diriyê nava mayînan û di encamê de 2 endamên 2 malbatan bi temamî jiyana xwe ji dest dan, hin sivîlên din ku zarok jî di nav de hebûn, birîndar bûn.

Şervanên QSDʹê gelek sivîl ji taxa El-Diriyê û El-Teybare ya Reqqayê re rizgar kirin û ew birin cihên bi ewle li taxa El-Qadisiye ku şervanan rizgar kirine.  Sivîlan gotin ku çeteyên DAIŞʹê sivîlan di taxan digirin û wan wekî mertalên zindî bikar tînin û destnîşan kirin ku çete tax li welatiyan kirine zindan û nahêlin tu kes tevbigre û hemû pêwîstiyên jiyanê li ser wan qutkirine.

SIvîlên rizgarkirî her wiha destnîşan kirin ku çeteya berê 2 malbatên ku zarok jî di nava wan debûn dan kolanên ku berê mayîn kiribûn ên taxa El-Diriye da ku ji xwe re rêyekê vebikin. ji ber ku çeteyan en dizanîn mayîn tam li kur hatine danîn, welatiyên sivîl ku zaork jî di nav de bûn şandin da ku rê vebikin.

Şahidên bûyerê gotin ku di encamê de mayînên çeteyan bi sivîlan ve teqiya û destnîşan kirin ku ew texmîn dikin ku hemû endamên malbatên jiyana xwe ji dest dabin.

Çavkaniyekî QSDʹê jî got ku di dema çalakiya rizgarkirina sivîlan di taxê de pêk tanîn dengê teqînekê hat û destnîşan kir ku wan hin welatiyên sivîl ên birîndar rakirin nexweşxaneyên gerok ên QSDʹê û li wir derman kirin.

Duh li taxên El-Diriye û El-teyar ên rojavayê Reqqa şervanan derdora hezar û 500 sivîlên ku piraniya wan jin û zarok bûn rizgar kirin. Di nava sivîlên hatin rizgarkirin de welatiyên ku çeteyan ew birîndar kiribûn jî hebûn. Di dîmenê ku duh hatin weşandin jî sivîlên hatin rizgarkirin diyar bûn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …