Cenazeyê şervanê YPGʹê Ehmed Xelîl spartin axê   HAT NÛKIRIN

   BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ –  AMÛDÊ  Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Xelîl (Devrim Xelîl) yê di berxwedana Xezeba Firatê de şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîdan hate definkirin.AMUDE-MERASIM ‫(137495045)‬ ‫‬

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Xelîl (devrim xelîl) ê di berxwedana rizgarkirina bajarê Tebqa de jiyana xwe ji dest da ji aliyê endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM û saziyên civakî jî di nava de bi sedan şêniyên Amûdê û gundên wê ve ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê hate wergirtin.

Girseya gel ku bê navberd diruşme beriz dikirin, cenaze ber bi goristana Şehîd Ismaîl Hogir ve derxistin rê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Mersîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJʹ ve hate lidarxistin, destpê kir.

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mustefa El-Umerî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Devrim û hemû şehîdên azadiyê re xwest û destnîşan kir ku serkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin, bi saya tekoşîn û fedekariya şehîdan pêk hatiye.AMUDE-MERASIM ‫(137495041)‬ ‫‬

Di berdewama merasîmê de yek ji fermandarên YPG’ê Amed Agirî axivî  û diyar kir ku berxwedana YPG’ê ji bo parastina Şoreşa Rojava berdewame û got: “Wê ev parastina me heya ev şoreş azdiya mayînde pêk bîne, dewam bike. Wekhevî û edaletê bidome. Şoreşa Rojava û xaka wê bi xwîna şehîdan hatiye parastin û wê tu caran YPG serê xwe li hemberî êrîş û zordariyan ne tewîne.”

Amed di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên YPG’ê bibin.

Piştî axavtinan nasnameya şervanê YPG’ê Devrem  xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li ser navê malbata şehîd Devrem jî dayika wê axivî û destnîşan kir ku gelê Rojava dê tola şehîdên xwe li erdê nehêle û dê hate pêkanîna azdî û rumetê tekoşîna xwe ya li ser riya şehîdan bidomînin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Devrem bi diruşmeyan spartin axê.

 

AMUDE-MERASIM ‫(137495046)‬ ‫‬ AMUDE-MERASIM ‫(1)‬ ‫‬ AMUDE-MERASIM ‫(137495042)‬ ‫‬ AMUDE-MERASIM ‫(137495043)‬ ‫‬ AMUDE-MERASIM ‫(137495044)‬ ‫‬

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …