Fermandarîya Gîştî  ya  YPJʹê şehîd Silava û Bêrîvan bibîr anîn

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA  YPj – Fermandariya Giştî ya YPJʹê şehîdên destpêkê yên YPJʹê Silva û Bêrîvan di salvegera şehadeta wan de bibîr anîn û soz da ku dê jiyana ku di oxira wê de bedel dane  biparêzin  û tekoşîna azadiyê bilind bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJʹê bi daxuyaniyekê şehîdên destpêkê yên YPJʹê Silava û Bêrîvan ên di 29ʹê gulana 2013ʹan de li Efrînê şehîd bûn bi daxuyaniyekê bibîr anîn.

Daxuyaniya Fermandariya YPJʹê wihaye:

ʺDîrokê tim şahîdîya şer, berxwedanî û hêza parastina civakan  kiriye. Pir kesan jî, civakên  ku bi  zordarîyêre rû bi rû mane, ji wan re pêşengtî  kirine, parastine, lê belê her tim  yên  bi nirx kiriye û rêxistin kiriye jî hêza pêşeng, jinên wî welatî û wê civakê bûne.

Gelek caran bi helwestên despêkê , çirûskên despêkê, rê dane ku sekneke bi rûmet û berxwedanek bê hempa despêbike. Gelek caran jî tenê kesayetên xwe, ji civaka xwe, ji welatê xwere kirine mertal  rê vekirine ku civak bi herike. Lê belê heqîqeteke ku hêza çavkanîyê felsefa azadîyê ye.

Li Rojavayê Kurdistanê ji 2011ʹan ve  tekoşîneke bê navber û di hemû milande xwe gihand asteke serkeftî hat meşandin, niha jî  xwedî li destketifyên xwe derdikeve û nirxên xwe di parêze. Êrîş bi çi awayî bin, bila bibin wê   herikandina şoreşê  ne sekne. Wek pêşenga vê şoreşê jî,  jinê her tim erk girt ser milê xwe û   hêza civakê di kesayeta xwe de derxist holê. Ev rastî jî di kesayet de  xwe gihandina asta pêşengên civakê û artêşê ye.  Ev  di  Ş.BERÎVAN Û SİLAVA da bi zelalî derket holê. Wan, di nava vê meşa dîrokî û herîkîna bê sekinandin de cîh girtin, û bi tekoşîna xwe  hiştin artêş mezin bibe,  bi hêz bibe ,  disiplîn û çanda  xwe mayende bibe. Tesîra ku  Ş.BERÎVAN û SILAVA  li çanda berxwedanîyê kiriye mezin e. Li herêmê, civaka Erep, Kurd û Tirkmen de jî, keçên ku tevlî YPG-YPJ dibin navê BERÎVAN Û SILAVA radikin û li ber  ronahiya wan  tekoşîna azadîyê didin. Ev çand jî em hemû dizanin ku ji dîrokê tê. Dîsa yê pêşengtîya vê kirine  ZÎLAN û BERÎTAN bûne. Îro em gihiştibin vê astê jî, em deyndarên van pêşengên ku hîn hene û her jî mezindibine.  Li qadên Rojava her wiha bi îrade û hêza cewherî  gelek  cangorîyên azadîyê  roleke pêşeng di şoreşa Rojava de listîn. Wek Ş.ŞÎLAN  û  Ş.RÛKEN  di kesayetên xwe de, hêza artêşê çawa tê mezinkirin bi awayek zelal di tekoşîna çekdarî de dan nîşandan.Bê gûman ev jî bi asta bîrdozî ve girêdayîye.

Weke hevalên şehît jî anîn ziman ku jîyan bi asta kêlîyên azadîyê û bi serkeftinên tekoşînê bi wate dibe.ji bo  vê jî em soz didin  wan ku jiyana ku di oxira wê de bedel dane  emê biparêzin  û tekoşînê bilindbikin.Li ser van bingeha di şexsê  Ş.BERÎVAN û SILAVA de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza berdewamî û bilindkirina tekoşînê didin.

ÇAVKANÎ:  FERMANDARIYA  GIŞTÎ YA YPJ’ Ê

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …