Cenazeyê şehîdê Reqqayê li Çiyayê Kizwanan hate definkirin

TIL TEMIR – Şêniyên Til Temir û gundên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Murad Til Temir ê di hemeleya rizgarkirina Reqqa de şehîd bû, li gundê Hemra ya Çiyayê Kizwanan spartin axê.

Welatiyên tevlî merasîma oxirkirina şehîd Casim Tah El-Salih (Murad Til Temir) ê di hemleya rizgarkirina Reqqa de şehîd bûn li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir kom bûn.ziead krdi

Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Fermandariya YPG’ê Ziyad Kurdî axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest  û got bi saya tekoşîna şehîdan herêm azad dibe. Kurdî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta şehîd Murad û got  Murad ji bo azadiya gelê xwe cane xwe feda kir û soza da ku di heta dawî şopdarên riya şehîd Murd û hemû şehîdên azadiyê bin.

Di berdewama merasîman de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Baqî Kûtê axivî û di destpêkê de hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got ku gelê herêmê bi hevgirtin û biratiya xwe de karibe hemû pîlanên dijberan vala derbixin. Kûtê di axaftina xwe de berxwedana Hêzên YPG, YPJ û QSD’ê silav kir û got ku hêz wê nikaribe îradeya gelê Bakurê MHIMED EB AL BAQêSûriyê bişkîne.

Piştî axafitnan bi dawî bûn, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîman de cenazeyê şehîd Murad bi karwanekî tirmpêlan ber bi goristana gundê lê jidayîk bûye Humir ve hate oxirkirin û li wir hate definkirin.

 

TILTEMIR-MERASIM-SEHID-MURAD-TILTEMIR (2) TILTEMIR-MERASIM-SEHID-MURAD-TILTEMIR (1)

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …