Di şerê Reqqa de 23 çete hatin kuştin

REQQA – Di şerê şeva din li eniya rojhilat û rojava yên Reqqayê de 23 çete hatin kuştin, termê hin çeteyan ket dest şervanan , her wiha şervanan hin cebilxaneyên çeteyan destser kirin.

Şeva din saet de 09:30`an de şerekî dijwar li eniyên rojava û rojhilatî yên bajarê Reqqayê rû da. li taxa El-Diriyê ya li aliyê rojava, şervanan derbeyên giran li çeteyan xistin di encama vî şerî de 11 çete hatin kuştin,  termê 3 çeteyan ket destê şervanan.  Li vir şervanan miqdarek çek û cebilxan desteser kirin.

Di heman demê de tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan karîbûn zêdeyî hezar sivîlan ji taxa El-Diriyê û El-Teyar rizgar bikin. Şervanan welatiyên sivîl ên hatin rizgarkirin gihandin cihên bi ewle. Hin ji van sivîlan ji aliyê çeteyan ve hatin hedef girtin û di encam de gelek sivîl birîndar bûn.

Li eniya rojhillatê bajar jî û bi taybet li taxa Reqqaya kevin û taxa Rewda ên bakur-rojhilatê bajar, şerekî dijwar qewimî.

Di encama şerê li eniya rojhilat û rojhialtê bakur de 12 çete hatin kuştin, 2 hawinên 80 mm û hin çekên sivik ketin dest şervanan.

di şer ku heya berê sibê berdewam kir, 6 şervan birîndar bûn.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …