BÎLANÇOYA ROJA DUYEMÎN A QONAXA DUYEMÎN JI ÇALAKIYA TUNEKIRINA TERORÊ

Qonaxa duyemîn a çalakiya tunekirina terorê ya ku hêzên me bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî li herêmên Dêrezorê ji bo şopandin û peyketina terorîstên DAIŞ’ê berdewam e.

Di nava çalakiyên serdegirtinê di roja duyemîn de ku hucreyên terorîstan û kesên guman lê hene kirine armanc, berpirsekî mezin ê DAIŞ’ê hate girtin.

Hêzên me gelek çek û cebilxane di nav de: mayîn hejmar (20), çekên kilaşinkof hejmar (1), çekên M-16 hejmar (1), alavên betarî, alavên kontrolê, telefonên ji bo teqînan amadekirî, telefon hejmar (5) û hejmarek ji cebilxaneyê hete desteserkirin.

Her wiha alavên qaçaxiyê (keştiyên biçûk) li perava çemê hetin desteserkirin.

Hêzên me depoyekî kevin ê topên hewanan ku texmîna hejmara wan bêtirî 1000 topî dîtin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

18/07/2020

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …