Akademiya Şehîd Bêrîvan Dewreyeke Din A Şervanê Nû Vekir .

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê dewreyeke din a akademiya şehîd Bêrîvan vekir. Dewreya ku bi navê şehîd Nûcan Dêrik vebû, wê 45 rojan dewam bike. Dewre bi merasîmeke leşkerî hate vekirin û şervanan soza tevlêbûna xurt a ji perwerdê re dan.

Li kantona Hesekê, li akademiya şehîd Bêrîvan a şervanên nû dewreya şehîd Nûcan Dêrik ya ji pêkhateyên Erep û Kurd  bi merasîmeke leşkerî hat vekirin. Di merasîmê de fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Rojda Şiyar vekirina dewrê li şervanan pîroz kir. Rojda Şiyar wiha dest bi gotina xwe kir; ‘Îro heval bi ruhê fedaî yê Zîlan, Arîn û Avesta’yan dest bi perwerdeya xwe dikin. Pêwîste em di vê perwerdeyê de ruhê van rêhevalên xwe yên şehîd di xwe de avabikin û bibin xwedî sekn û helwesteke rast. Li ser esasê perwerdeya siyasî, leşkerî û îdeolojîk divê hun kêlî bi kêlî bi rihê Silava, Bêrîvan û Zîlanan jiyan bikin. Jiyaneke bi wate, jiyaneke azad ancax dikare bi vî ruhî pîroz were avakirin. Îro hêzên dagirker û desthiladar ji rêxistinbûna jina azad ditirsin. Jina zana û perwerde kirî, ji bo wan tehlûkeya herî mezine. Ji ber wê jî hertim jin di hedefa êrîşên wan de ye. Wê demê pêwîste em bi riya vê perwerdeyê, xwe rast avabikin, bibin xwedî zanistiyeke xurt ku em karibin tola hersê jinên li kobanê şehîd ketine rakin. Divê em ruhê Zehra, Hebûn û dayka Emîne hertim zindî bihêlin. Li ser vê bingehê em ji hemû hevalan re carek din dibêjin, pîroz vekirina dewreya we û em serkeftinê ji we re dixwazin.

Piştî merasîm bi dawî bû şervanan soza xwe dan û govenda azadiyê gerandin .

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …