EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de bi top û balafiran êrîşî cihên cûda yên Kantona Efrînê kirin. Di encamê de zarokek şehîd bû û 4 sivîl birîndar bûn.
çavkanêyên herêmê ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên sibehê de bi top û balafiran êrîşî gundê Qentera yê navçeya Mabata û gundên Mêremîn û Erebwêran ên navçeya Şera, her wiha navçeya Bedîna kirin.
Di encamê de zarokê 4 salî yê bi navê Ibrahîm Reşîd Reşo şehîd bû. Birayê wî Hisên Reşîd Reşo yê 5 salî tevî 3 welatiyên bi navên ″Mihemed Seydo, Fayiq Cefer û Dorşta Mihemed″ birîndar bûn.