Bi top û bombeyên Tirk zarokek şehîd û 4 sivîl birîndar bûn

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de bi top û balafiran êrîşî cihên cûda yên Kantona Efrînê kirin. Di encamê de zarokek şehîd bû û 4 sivîl birîndar bûn.

ji herêmê ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên sibehê de bi top û balafiran êrîşî gundê Qentera yê navçeya Mabata û gundên Mêremîn û Erebwêran ên navçeya Şera, her wiha navçeya Bedîna kirin.

Di encamê de zarokê 4 salî yê bi navê Ibrahîm Reşîd Reşo şehîd bû. Birayê wî Hisên Reşîd Reşo yê 5 salî tevî 3 welatiyên bi navên ″Mihemed Seydo, Fayiq Cefer û Dorşta Mihemed″ birîndar bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …