Pêngava Rizgarkirina Reqayê: Bi dehan sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Di pêşveçûyîna şervanên QSD`ê di bajarê Reqayê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê bi dehan sivîl ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha di şerê ku şeva din rû dan de, 16 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê 63 roj li pey xwe hişt. Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê şeva din li taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûrê Reqayê derbeyên giran  li çeteyan xistin û di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Di heman taxê de, dema sivîlên xwestin derbasî aliyê cihên ku QSD`ê rizgar kirine bibin, ketina kemîna mayînên ku  çeteyan çandibûn. Tîmên taybet ên QSD`ê yên rizgarkirina sivîlan yekser bi hawara sivîlan ve çûn û bi dehan sivîl rizgar kirin. Di oxira rizgarkirina sivilan de, du şervanên QSD`ê birîndar bûn û sivîl bi selametî gihîştin cihên bi ewle.

Li taxa Reqa ya Kevin jî, di encama şerê ku rûdayî de, 5 çete hatin kuştin.

Li baskê bakur- rojavayê bajêr li taxa Berîd û Nehda de, di  encama şer de 4 çete hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê

Check Also

yekemîn pêşengeha wêneyên Fotogirafîk li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê roja xwe ya çaremîn li Amûdê

Gorzek wêne ji pêşengeha Amûdê