Bi navê şehîd ‘Avesta Xabûr’ mezareke şehîdan hate vekirin

EFRÎN – Ji bo dilsoziya bi fedekariya têkoşer Avesta Xabûr re, mezareke şehîdan bi navê wê hate vekirin.

EFRIN-VIKRNA-KORSTANA-AVESTA (5)

Hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê ev 12 roj in li dijî welatiyên Efrînê berdewam e û di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Bi armanca spartina şehîdan ên sivîl û şervanên QSD’ê Meclîsa Malbata Şehîdan a kantona Efrînê û ji bo dilsoziya bi fedekariya têkoşer Avesta Xabûr re, Mezareke şehîdan a nû bi navê “Avesta Xabûr” li gundê Kefer Şîlê yê nêzî bajarê Efrînê ava kir.

Di vê mezarê d heta niha 15 şehîd hatine spartin. Girêdayî mijarê serokê Desteya Malbatên Şehîdan Ebdilhenan şêxo got ku armanca wan ji avakirina vê mezarê ew e ku dilsoziya bi rihê fedekar a têkoşer Avesta Xabûr re bikin. Ev mezar yekem mezar bi navê şervaneke jin li ser asta Bakurê Sûriyeyê tê vekirin.

Hêjayî gotinê ye şervana YPJ’ê Avesta Xabûr di 27’ê çileya 2018’an de li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çalakiyeke fedayî li gundê Hemamê yê devera Cindirêsê pêk anî.

EFRIN-VIKRNA-KORSTANA-AVESTA (2) EFRIN-VIKRNA-KORSTANA-AVESTA (1) EFRIN-VIKRNA-KORSTANA-AVESTA (4)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …