Di êrîşên li ser taxa Turindê de zarokê birîndar şehîd bû

 EFRÎN – Zarokê bi navê Arhat Elîko ku di topbrana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser taxa Turindê ya bajarê Efrînê de, bi giranî birîndar bibû, şehîd bû, li gundê Hemam jî sivîlekî ku nasnameya wî nehat naskirin şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker bi fûzeyeke katyûşaû balafiran gundê  Hemam ê girêdayî herêma Cindirêsê û taxa Tirindê ya bajarê Efrînê bomebebaran kirin. Di encamê de 11 sivîl birîndar bûn, ji wan zarokê bi navê Arhat Elîko yê 9 salî ku bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.

Her wiha di êrîşên li dijî gundê Hemamê de jî sivîleke ku nasnameya wî nehat naskirin şehîd bû.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …