Bi keda welatiyan xwe diparastin û pere ji wan digirtin

REQA – Çeteyên DAIŞ′ê ji dikandarên Reqayê dixwset ku satiran li pêşiya dikanên xwe deynin û ji her dikandarekî 10 hezar L.S digirtin.

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, hat dîtin ku li pêşiya dikanên bajêr satirên ji axê hatine bicihkirin. Welatiyên bajêr diyar kirin ku çeteyên DAIŞ′ê ji dikandaran dixwest ku satiran li pêşiya dikanan deynin. Bi hinceta parastina wan û peydakirina torbeyan, ji her dikandarkî 10 hezar L.S digirtin.

Welatiyan anîne ziman ku armanca çeteyan komkirina pereyan û şerê kolanan bû. Kesê ku fermanên wan red dikir û torbe li pêşiya dikanên xwe bi cih nedikir, an jî pere nedidan, çeteyan ew li stada reş a fotbolê digirtin û li serî wî ferz dikirin ku 100 torbeyan tijî bike.

Bi rizgarkirina bajarê Reqayê re, welatiyên bajêr azad bûn û li benda paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan in, da bajarê xwe ji nûve ava bikin.
REQA-SATIR-DAIS-DANIN (2)REQA-SATIR-DAIS-DANIN (3)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …