Behcet Ebdo: Dewleta Tirk şer hilbijart, bila encaman jî tehmûl bike

EFRÎN – Behcet Ebdo got ku dewleta Tirk a dagirker şer hilbijart, bila encamên şer jî tehmûl bike. Ebdo tekez kir ku hemû hêzên leşkerî di noqteyên xwe de.

Dewleta  Tirk a dagirker piştî erêkirina Rûsya, duh di saetên piştî nîvro de dest bi bombebarana kantonên Efrîn û Şehbayê kir. Di encama bombebarana ku heta niha dewam dike de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî mijarê, Serokê Desteya  Parastinê ya Kantona  Efrînê Behcet Ebdo axivî û gotʺMe êrîşa li ser Efrînê texmîn dikir, li ser vî esasî jî me tedbîrên xwe girtin. Artêşa Tirk a dagirker her tiştî bê ku cûdagî bixe navbera mirovan û xwezayê bombebaran dike.ʺ

Ebdo tekez kir ku Efrîn bûye wargeha bi hezarên koçberan û wiha pê de çûʺBombebaran û topbarana li ser sivîlan îsbata sûcên Tirkiye. Dewleta Tirk û kesên destek didin wan ew ê derbarê van sûcên xwe de temen bidin.ʺ

Ebdo gotʺDewleta  Tirk a dagirker şer hilbijart, bila encamên şer jî tehmûl bike. Me berê jî hişyarî dabû,  aliyên êrîşe axa me bikin wê poşman bibe, lê niha dema poşmanî nemaye.ʺ

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê bi lêv kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tirsandina gel û şikandina vîna wan, topbaran û bombebaran dike. Gel bi hêzên xwe yên leşkerî bawer e û kes nikare îradeya me têk bibe û derbasî Efrînê bibe.ʺ

Behcet Ebdo diyar kir ku YPG û hemû hêzên din ên leşkerî di noqteyên xwe de ne û moralên wan bilind in û wiha pê de çûʺHeta niha  em di rewşa  parastinê de ne, rewş  wisa derbas nabe, em ê berisvên tund bidin.ʺ

Di dawiya axaftina xwe de Ebdo gotʺEv 7 sal in me li berxwedaye, em ê di berxwedaniya xwe de  dewam bikin û bila her kes zanibe serkeftin para me ye.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …