Artêşa Tirk a dagirker keçikek bi giranî birîndar kir

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker ku li navçeya Cindirêsê têk çû, sivîlên navçeya Raco ya kantona Efrînê kirin hedef. Di encama topbarana gundê Edamê de, keçikek birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker ku derbeyên giran ji şervanên YPG û YPJ`ê li navçeya Cindirêsê xwarin, gundê Edame yê girêdayî navçeya Raco topbaran kir.

di encama topbaranê de, keçikek bi giranî birîdar bû.

hat ziman ku ji ber topbaran li ser gund ku heta niha dewam dike, şêniyên gund  keçika birîndar nikarin rabikin noqteyên tenduristî.

Her wiha artêşa Tirk bi topavêjan çiyayê Bîlal Hebeş ê gundê Cenceliye topbaran kir.

Topbaran dewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …