DÊRAZOR – Şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, 4 gundên din ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja 25`an de dewam dike. Şervanên QSD`ê li baskê Cezrat gundên Hermûşiya Biçûk, Hermûşiya Mezin, Til Kesra û Til Ebû Fehet, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Di encama şerê rizgarkirina gundên navborî de, 20 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Operasyona paqijkirina gundên navborî ji bermahiyên çeteyan didome.