Bagera Cizîrê: 10 mezre rizgar bûn, 5 çete hatin kuştin

DÊRAZORÊ– Şervanên Bagera Cizîrê deh mezre ji çeteyan rizgar kirin, gundek xistine çemberê û gelek çek û cebilxana destserkirin. Di şer de herî kêm 5 çete hatin kuştin.

Hemleya Bagera Cizîrê di roja xwe ya 25’an bi hemû hêza xwe dodime. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hêzên din ên di bin banê QSD’ê de li sê baskan pêşveçûna xwe didomînin.

Li Baskê Mergeda ji duh ve di navbera şervanan şer didome, li vir şervanan deh mezre rizgar kirin. Di şerê li vir de 5 çete hatin kuştin. 2 kilêş, 1 BKC, tivingekek nêçîrê, Bernoyek, 2 top û yek çeka RBC kete destê şervanan.

Li Baskê Cezrat jî şer dideome, li vir şervanan gundê Hermûşiyê xistine çemberê û li gundê Til Kesra jî şerê giran didome.

Li Baskê Siwer jî balafirek keşfê ya çeteyan kete destê şervanan.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …