Artêşa Tirk nahêle welatî zeytûnên xwe berhev bikin

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker hedefgirtina sivîlan li ser sînorê kantona Efrînê didomîne. Welatiyan diyar kirin ku leşkerên Tirk nahêlin ew hilberîna zeytûnên xwe biçinin.

Şêniyên gundên li  sînorê di navbera Efrîn û Bakûrê Rojava diyar kirin ku leşkerên Tirk rojane, dema cotkar diçin nav zeviyên xwe da zeytûnên xwe berhev bikin guelyan li wan direşînin.EFRIN-ERISEN-TIRKA-BERDEWAME (9)

Welatiyê bi navê Mihemed Beyrem ê ji gundê Şiltahê yê navçeya Şera got ku cendirmeyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînorê li hemaberî gundê wan erebeyên sivîlên ku diçin nava zeveyên xwe gulebaran dikin û wiha dom kir: “Dema em diçin nav zeviyên xwe yên zeytûnana cendirmeyan guleyan li me direşînin da ku me bitirsînin û bihêlin em dev ji zeviyên xwe berdin.”

Beyem destnîşan kir ku gulebarana leşkerên Tirk zeviyên madî gihandin darên wan.

Hêjaye ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker, duh li gundê Baliya yêa heêrna Racoyê  150 dar jêkirin.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …